Termên 16 koçberên di kanala Îngilîz de can dabûn gihîstin Hewlêrê
PeyamaKurd – Termên 16 koçberên Kurd ên 24ê meha borî di Kanala Îngilîz de can dabûn, bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîştin Herêma Kurdistanê.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihandibû, li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê termên wan qurbanîyan bo Kurdistanê bêne vegerandin.
Vegerandina terman ji ber proseya diyarkirina nasnameya qurbaniyan bi derengî ketiye ku bi hevahengiya di navbera Ofîsa Serokwezîr, Wezareta Navxwe, Fermangeha Pêwenediyên Derve û Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Fransayê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin