Belema koçberan li Kanala Îngilîz noqî avê bû: 4 koçberan can dan
PeyamaKurd – Belema koçberan li Kanala Îngilîz noqî avê bû û di encamê de 4 koçberan can dan.
Li gor Hikûmeta Brîtanyayê diyar kir, 4 koçberan piştî binavbûna belemeke biçûk sibeha roja Çarşemê 14ê Berfanbara 2022ya can dan.
Raport destnîşan dikin, belema koçberan li nêzîkî peravên bajarê Kent bin av bûne û di operasyoneke hevbeş de hêzên deryayî û polîs û pasevanên sînorê Brîtanya û Fransayê, 43 koçber rizgar kirine.
Hat zanîn, ji bo rêgirtina li koçberan, sala bê Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak wê yasayekê derxe ku li gor yasayê, her koçberekî bi awayekî neyasayî biçe Brîtanyayê, yan yekser wê bişînîn welatê wî, yan jî bo welatekî din were veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin