Belema koçberan binav bû: 7 kes mirin 19 jî hatin rizgarkirin

09 July 2024 18:01 0 dîtin
Belema koçberan binav bû: 7 kes mirin 19 jî hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li peravên navçeya Çeşme ya Îzmîr a Tirkiyeyê belemeke koçberan binav bû. Hate zanîn ku 7 kesan can da, 19 hatin rizgarkirin û kesek jî winda ye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Alî Yerlîkaya derbarê bûyerê de ragihand, li devera Karaada ya navçeya Çeşme ya Îzmîrê ji aliyê masîgiran ve termê koçberekî di nav deryayê de hatiye dîtin û li ser agahdarkirinê tîmên Ewlehiya Peravan çûne cihê bûyerê û li wir xebatên lêgerînê dane destpêkirin.

Yerlîkaya diyar kir ku 19 koçber hatine rizgarkirin û termê 7 koçberan ji deryayê hatiye derxistin. Herwiha Wezîrê Tirk da zanîn ku yek ji koçberan jî winda ye û lêgerîna bo wî dewam dike.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê got: “Rû bi rûbûna me ligel wan kesan bênavber berdewam bike ku bi bazirganiya rêwîtiya hêviyê dibin sedema mirina pitik, zarok û mirovên bêguneh.  

Hêjayî gotinê ye, derbarê nasnameya wan koçberên mirî û bi saxî ji deryayê hatine derxistin de ti agahî nehatine belavkirin.