Kestiya koçberan binav bû: Herî kêm 60 kes mirin!

17 August 2023 11:58 0 dîtin
Kestiya koçberan binav bû: Herî kêm 60 kes mirin!

PeyamaKurd – Keştiya koçberan a ku dixwestin biçin Ewropayê li Cape Verde noqî avê bû. Rêxistina Koçê ya Navdewletî ragihand, 63 kesên di keştiyê de mirine.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, keştiyeke ku piraniya wan koçberên Senegalî tê de bûn, li Cape Verde ya li Okyanûsa Atlantîk noqî avê bû.

Berdevka Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) Safa Mşehlî diyar kir, 63 koçberên di keştiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha 4 jê zarokên 12-16 salî bi giştî 38 koçber rizgar kirin.

Di daxuyaniya ku ji teref polês ve hat dayîn de hat diyarkirin, ji ber ku roja Duşemê 320 kîlometre dûrî Girava Salê ji aliyê keştiyeke masîgir a spanî ve hatiye tesbîtkirin rayedarên Cape Verde yê welatekî Afrîkayê yê li Okyanûsa Atlantîkê ye hişyar kirine.