Kestiya Îranê li peravên Kuwêtê binav bû: 6 kes mirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 3yê Îlonê keştiyeke barhilgir a Îranê, li peravên Kuwêtê noqî avê bûye.
Li gorî ragihandina berpirsê Saziya Benderan û Deryavaniya Îranê Nasin Pesende, keştiya Îranê ya bi navê Ara Bakhter-1 a bar roja Yekşemê piştî nîvro li peravên Kuwêtê binav bûye.
Pesende eşkere kir ku di encama bûyerê de 6 muretebatên keştiyê mirine.
Hate diyarkirin ku di nav keştiyê de, 3 ji wan hemwelatiyên Hindistanê 6 kes hebûn û heta niha termê 3 kesan ji deryayê hatine derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin