Kestiya petrolê ya Îranê li peravên Sûriyê rastî êrîsê hat

25 April 2021 11:39 0 dîtin
Kestiya petrolê ya Îranê li peravên Sûriyê rastî êrîsê hat

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku keştiyeke tankêra petrolê ya Îranê li peravên Sûriyê rastî êrîşekê hatiye û agir pê ketiye.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) 3 kes di wê êrîşê de hatine kuştin, lê derbarê çawaniya êrîşê de zanyarî nedan.

Li aliyê din medya Lubnanê jî ragihandiye ku bi dronan êrîş li keştiya Îranê hatiye kirin.

 SOHRê diyar kiriye ku cara ewil e di şerê navxwe yê Sûriyê de bûyereke wiha diqewime û daye xuyakirin, hîn nayê zanîn bê ev êrîşeke Îsraîlê ye yan na.

Li gorî zanyariyan tankêra petrolê nêzîkî bendergeha Baniyas a Sûriyê bûye.