WSJ: Îranê bihayê petrolê zêde kir û êdî bi deyn nade Sûriyê

16 January 2023 13:27 0 dîtin
WSJ: Îranê bihayê petrolê zêde kir û êdî bi deyn nade Sûriyê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê êdî naxwaze petrolê bi deyn bide Sûriyê û herwiha bihayê wê jî ji bo Şamê du qatan zêde kiriye.

Li gorî nûçeya rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî, hikûmeta Îranê nirxê petrola ku hinardeyî Sûriyê dike biha kiriye û berpirsên Îranî hemkarên xwe yên Sûrî agahdar kirine ku divê Sûriye pereyên zêde li hember barê petrola Îranê bide.

WSJê diyar kiriye ku nirxê bermîla petrolê 2 qat hatiye zêdekirin û nêzîkî nirxê bazara cîhanê ango 70 dolaran bûye.

Li gorî nûçeyê Îranê daxwaz kiriye ku pereyên petrolê jî pêşwext bên dayîn û êdî petrol bi deyn ji bo Sûriyê nayê şandin.

Tê çaverêkirin ev biryara Îranê bandoreke mezin li ser krîza sotemeniyê ya li Sûriyê bike, lewra ji %50yê pêdiviyên sotemeniyaSûriyê ji Îranê tê dabînkirin.