Rawestandina hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê, li bazara cîhanê bihayê petrolê zêde kir

30 March 2023 12:02 0 dîtin
Rawestandina hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê, li bazara cîhanê bihayê petrolê zêde kir

PeyamaKurd – Rawestandina hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê, bû sedema bilindbûna bihayê petrolê li bazara cîhanê.

Niha bazara cîhanî ya petrolê ji nîv milyon bermîlên petrola Herêma Kurdistanê bêpar e û ev jî bûye sedem ku biha ber bi jor ve biçe.

Banka Barclays ku li nêzîkî 60 welatan kar dike, texmîn kir ku eger heta dawiya salê petrola Kurdistanê negihêje bazarên cîhanê, bihayê her bermîlek petrolê, wê bigîhe 92 dolaran.

Sewqiyata petrolê di 25ê Adarê de bi biryara Dadgeha Hakemê ya Navneteweyî hatibû rawestandin. Harry Stephanian ku berê li dadgehê kar dikir got: "Biryara dawî ye, lê bazar pêwîstî bi enerjiya Herêma Kurdistanê heye."

Pisporê enerjiyê Harry Stephanian ji K24ê re daye zanîn, “Eger pêvajoya rawestandina şandina petrolê ji Herêma Kurdistanê dirêj bibe, bihayê petrolê wê bilind bibe. Herî dawî me dît ku piştî biryara dadgehê bihayê petrola Brent 3 dolar zêde bû. Bi gelemperî, di dadgehê de ev e: Ya yekem, alî ji dadgehê daxwaz dikin ku wekî navbeynkar tevbigere. Ger lihevkirinek pêk neyê, ji wê tê xwestin ku rêyek navîn bibîne. Doza di navbera Iraq û Tirkiyê de derbarê bikaranîna boriya petrolê de ye. Biryara dawîn e û nayê îtîrazkirin.

Tê çaverêkirin ku Amerîka rasterast mudaxeleyî mijarê neke ji ber ku li gorî daxuyaniyên ku hatine dayîn, Washington wê li ser biryara Dadgeha Navdewletî ti şîroveyan neke. Lê tê zanîn sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê jî ji bo Amerîkayê mijareke girîng e.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di daxuyaniyekê de ragihand, me daxwaz ji Tirkiyê û hikûmeta Iraqê kir ku şandina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyê destpê bike. Qutbûna sewqiyata petrolê bi kêrî kesî nayê. Em dizanin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dîtina çareseriyeke berfireh ji bo budçe, petrol û gazê bi hikûmeta Iraqê re danûstandinan dike. Iraq û Herêma Kurdistanê hevkarên stratejîk ên Amerîkayê ne. Peymaneke me ya demdirêj bi vê herêmê re heye.”

Haya Kongreya Amerîkayê ji pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê heye. Endamên Kongresê û senatoran gelek caran daxwaz ji rêveberiya Amerîkayê kirine ku di dîtina çareseriyê de rola xwe bilîze.