Bihayê petrolê ji ber tirsa ambargoya Amerîka û Ewropa dîsa zêde bû

07 March 2022 11:36 0 dîtin
Bihayê petrolê ji ber tirsa ambargoya Amerîka û Ewropa dîsa zêde bû

PeyamaKurd  Bihayê petrolê ji ber tirsa ambargoya Amerîka û Ewropa li ser petrola Rûsî û paşketina danûstandinên navokî yên bi Îranê re, îro dîsa zêde bû.

Li gor amarên dawî, bihayê bermîla Brent, bi rêjeya ji sedî 9.56 zêde bû û bû 129.5 Dolarî, bermîla petrola xav a Amerîkî jî bi rêjeya sedî 8.23 zêde bû û bû 125.17 Dolarî.

Aborînasê di Bank of America de Ethan Harris li ser vê zêdebûnê diyar kir: "Eger rojava piraniya hinardekirina enerjiyê ya Rûsyayê rawestîne, ew ê bibe şokeke mezin ji bo bazarên cîhanî. Xisara bazarê ya pênc milyon bermîlên petrola Rûsî, dikare bibe sedema buhabûna bihayê her bermîleke petrolê ji bo 200 dolarî û wê geşbûna aborî li cîhanê kêm bike.