Îranê tevî ambargoya Amerîkayê jî careke din petrolê ji ser Sûriyê disîne Lubnanê

06 October 2021 19:47 0 dîtin
Îranê tevî ambargoya Amerîkayê jî careke din petrolê ji ser Sûriyê disîne Lubnanê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku tevî ambargoya Amerîkayê ya li ser Îran û Sûriyê, tankêra petrolê ya Îranê ku ji bo şandina Lubnanê ketiye rê, gihîştiye peravên Sûriyê daku ji wir bo Lubnanê bê veguhestin.

Li gorî ragihandina malpera El-Hura, veguhestina neftê ya sêyemîn ku tê plankirin bigihîje Lubnanê, gihîştiye bajarê Banîyasê yê peravên Sûriyê.

Çavkaniyeke ji wezareta derve ya Amerîkayê meha borî dabû xuyakirin, anîna sotemeniyê ji welatekî ku di bin cezayên giran de ye; wekî Îranê, ne çareseriyeke domdar a kirîza enerjiyê ya li Lubnanê ye.

Li gorî çavkaniyeke ku ji El-Hura re axiviye, "Hikumeta Amerîkayê piştgiriyê dide hewldanên ji bo çareseriyên domdar ku dê kêmasiyên enerjî û sotemeniyê li Lubnanê çareser bike. Ya ku ji bo gelê Lubnanê pêwîst dike ev e, ne kampanyayek din a propagandayê ya Hizbulahê ye."