Îranê careke din gef li Amerîkayê xwar

24 July 2018 21:46 0 dîtin
Îranê careke din gef li Amerîkayê xwar

PeyamaKurd - Sererkanê Îranê General Muhemmed Baqirî diyar kir ku berjewendî û baregehên Amerîkayê yên li herêmê di menzila hedefa Îranê de ne.

Baqirî li ser gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ku Îran ji xwe re kiribû hedef wek bersiv daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya xwe ya nivîskî de Baqirî got: "Îran li hemberî her tehdîtê wê bersivê bide. Ew neyar û bi taybetî jî Amerîkaya ku navendên li bi cih bûne û berjewendiyên wan di menzîla hêzên çekdar ên Îranê da ne ji bo ku li herêmê û dinyayê rastî bersiveke pir berfireh a ne mimkûne ku xeyal bikin neyên, divê bi qemçika şêr neleyîzin."

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî du roj berê daxuyanî dabû û ji bo rêveberiya Amerîkayê ya ku li hemberî welatê wî polîtîkayên kirdariyê dixwaze bike rewacê gotibû "Bi qemçika şêr neleyîzin" û wan wisa hişyar kiribû. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di peyama xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê weşand da xîtabî Rûhanî kir û got: "Careke din Amerîkayê tehdît neke lewra tuyê di dîrokê da rastî encamên ku gelek kêm kesan dîtiye ra rû bi rû bimînî."

Rêveberiya Washîngtonê ya di bin serokatiya Trump de di 8ê gulanê de ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişiya û niha amadehiyan dike ku ji sermawezê pê ve li hemberî nefta wê sepandinan bike rewacê.