Amerîkayê gef li Îranê xwar

01 October 2024 14:08 0 dîtin
Amerîkayê gef li Îranê xwar

PeyamaKurd – Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin, derbarê geşedanên dawî de bi wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant re bi telefonê axivî.

Austin, naveroka vê axaftina xwe li ser hesabê xwe yê Xê par ve kir. Di naveroka wê axaftinê de ev tişt hatine gotin: “Ez derbarê operasyonên Îsraîlê û geşedanên ewlehiyê de bi Yoav Gallant re axivîm. Min bi zelalî jê re da zanîn ku Amerîka piştgiriya mafê xweparastina Îsraîlê dike. Me li ser wê yekê li hev kir, ji bo ku Hizbullaha Lubnanê êrîşên mîna yên 7ê Cotmehê neyîne ser bakurê Îsraîlê, hewce ye ku Îsraîl binesaziya êrîşên mihtemel ên li ser xeta sînor ji holê rake. Min careke din pê da peyitandin ku ji bo mirovên sivîl ên her du aliyên sînor careke din bikaribin bi awayekî ewle li malên xwe vegerin, pêwîstî bi çareseriyeke dîplomatîk heye. Her weha, min careke din bi bîra wî xist ku Amerîka li asteke weha ye ku bi hêsanî dikare personel, şirîk û hevkarên xwe biparêze li hemberî Îranê û rêxistinên terorî yên ku bi ser wê vê ne û bi biryar e ku asteng bike wan aktrorên ku dê hewl bidin êrîşan berfirehtir bikin.”

Di dewama axaftina xwe de careke din bi bîra hempîşeyê xwe xistiye ku “Heger Îran li hemberî Îsraîlê dest bi şerekî yekser bike, ev dê ji bo Îranê encamên xerab bi xwe re bîne.”