Îranê li ser derbasbûna kestiya noqavê gef li Amerîkayê xwar!
PeyamaKurd – Artêşa Îranê ragihand du keştiyeke noqavê ya Amerîkayê li nêzîkî Kendava Hurmizê ketiye nav sînorên avên wan û piştî hişyariyê jî derketiye. Herwiha Îranê gef li Amerîkayê xwar ku careke keştiyên wan derbasî avên wan nebin.
Fermandarê Hêzên Deryayî yên Artêşa Îranê Şehram Îranî, ji televizyona dewletê re daye xuyakirin ku keştiya noqavê ya Amerîkayê li nêzîkî Kendava Hurmizê derbasî nav avên wan bûye û xwestiye derkeve ser rûyê avê.
Îranî gotiye, piştî destwerdan û hişyariyên noqava Îranê ya bi navê Fateh jî keştiya amerîkî berê xwe guherandiye û dûr ketiye.
Fermandarê Îranî, Amerîka bi binpêkirina hiqûqa navnetewî tawanbar kir û got, ev hişyariya dawî ya Deryavaniya Îranê bo Amerîkayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin