Rûsya: “Me tesbîta kestiya noqavê ya Amerîkayê di ava aîdê xwe de kir”
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku Rûsya di nav ava ku aîdê wane de, keştiyekî noqavê ya Amerîkayê tesbît kirine. Keştiya noqavê li Giravên Kurilê, di ava girava Urupê de dîtine û keştiyê dûr xistine. Gengeşa navbera Rûsya û Amerîka li aliyekê li ser Ûkraynayê dewam dike lê niha bûyera keştiyê li Okyanûsa Pasîfîkê qewimî.
Rûsya dibêje ku nêzî girava Urupê tesbîta keştiyeka noqavê ya tîpa Virginia kirine. Wezareta karên derve ya Rûsyayê weha got:
“Di 12 ê sibatê de, bi wextê cîh siet di 10.40 an de, di ava aîdê Rûsya de, li Girava Urup a di nav grûba giravên Kurilê de, keştiya noqavê ya tîpa Virginia ku aîdê Amerîkayê ye tesbît kirine. Hişyariya ku Rûsya ji wan re gotiye ‘hun ketine nav ava Rûsyayê’ pê paxavê nekirine.”
Ji bo keştiyê ji nav ava xwe derxin, alavan bikaranîne û keştiya TOF Marşal Şapoşnikov xistine dewrê heya keştiya Amerîkayê ji deverê dûr xistine.
Piştî bûyerê wezareta bergiriyê ya Rûsyayê gazî ataşeyê leşkerî yê li Rûsyayê yê Amerîkayê kirine û ji bo bûyerê nota danê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin