Çînê ji bo qeza kestiya noqavê Amerîkayê sûcdar kir

02 November 2021 23:57 0 dîtin
Çînê ji bo qeza kestiya noqavê Amerîkayê sûcdar kir

PeyamaKurd – Dewleta Çînê bi sedema di 2 yê cotmehê de keştiya Amerîka ya noqavê ya bi navê USS Connecticut ku bi enerjiya nukleerî dixebite, di Derya Başûrê Çînê de qeza kiribû, Amerîkayê bi nezelalî û bi tevgera bêbersiyarî tewan kir. Berdevkê wezareta karê derve yê Çînê Vang Vınbin weha got:

“Ez Amerîkayê dawet dikin ku hûrahiya mijarê ragihîne. Di mijara qezayê de Amerîka zelal nîne û berpirsiyariya xwe nayne cîh. Hêjî negotiye bê karê keştiya nukleerî li wê deverê çi heye. Ciyê ku lê qeza çêbûye, ew der ciyê welatekî dinê yê aboriyêye an ava welatekî dinê ye an na, talûka nukleerî heye an tineye, zerarê daye der û dora xwe an an nayê zanîn.”

Hêzên deryayê yên Amerîkayê di 8 ê cotmehê de ragihandibû ku keştiya êrîşê ya binavê ya USS Connecticut di wexta di Derya Çînê ya Başûr de diçû, binê wê li tiştekî sert ketiye û di qezayê de 11 deryavan birîndar bûne.