Amerîkayê li ser ambargoya Îranê hisyarî da Ewropayê

16 November 2018 13:29 0 dîtin
Amerîkayê li ser ambargoya Îranê hisyarî da Ewropayê

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Îranê Brian Hook, li ser ‘Sîstema Mebestên Taybet’ ku Ewropa hewil dide ji bo berdewamiya bazirganiya petrola Îranê pêk bîne, hişyarî da Ewropayê ku dê ew sîstem bandorê li ser têkdana amborgoyên ser îranê bike.

Brian Hook got, “Ne surprîz e ku hewldana avakirina sîstema mebestên taybet li paytextên Yekîtiya Ewropayê dibe sedema metirsiyan.”

Hook hişyarî da Ewropayê û diyar kir, “Bankên Ewropayê û şirketên ewropî dizanin bê em dê çawa ambargoyên tund deynin ser vê rejîma hov û zordar. Dê kompaniyên Ewropayê li şûna bazara Îranê, her tim bazara Amerîkayê tercîh bikin.”

Sîstema Mebestên Taybet wekî pevguhertina petrol û gaza Îranê bi berhemên YEyê re tê nirxandin ku ev jî li gor Amerîkayê tê maneya şikandina dorpêçên ser Îranê.