Amerîkayê li hember ceribandina nifsê çarem yê mosekên balîstîk hisyarî da Îranê
PeyamaKurd – Amerîkayê li hember ceribandina nifşê çarem yê moşekên balîstîk ji aliyê Îranê ve, hişyariya cidî da Tehranê.
Li gor Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller diyar kir, pêşvebirina bernameyên moşekî yên Îranê û herwiha ceribandina wan moşekan, metirsî û gef e li ser asayîşa navçeyî û navdewletî.
Matthew Miller eşkere kir, tevî siza û dorpêçên civaka navdewletî yên li ser Îranê, Tehran teknolojiya taybet bi moşekên balîstîk pêşve dibe û biryarên Neteweyên Yekgirtî binpê dike bi wê yekê ceribandina moşekan encam dide.
Dezgehên ragihandinê yên Îranê destnîşan kiribû, do Pêncşemê 25ê Gulana 2023an, Wezareta Berevanî ya Îranê perde ji ser nifşê çarem yê moşeka balîstîk rakiriye ku bi navê Xeybet dirust kiriye.
Li gor dezgehên ragihandinê yên Îranê, moşeka Xeybet dikare 2000 kîlometre biçe û giraniya wê 1500 kîlogram e. Herwiha hatiye eşkerekirin ku ew moşek bi awayekî hatiye çêkirin ku dikare xwe ji dezgehên çavdêriyê biparêze û dikare sîstema berevaniya asmanî bibire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin