Hêzên hewayî yên Amerîkayê ceribandina fuza Minuteman III kir
PeyamaKurd – Fermandariya êrîşên kureyî ya hêzên hewayî ya Amerîkayê ragihand ku fuzeya balîstîk ya bê çek ya bi navê Minuteman III ceribandiye. Ceribandinê ji bo berlêgirtina nuklerî ya dinyayê kiriye. Di ragihandina Amerîka de hat gotin ku fuze bi armanca ceribandinê (test) avêtine û weha dewam dike:
“Ev ceribandin ji bo berlêgirtina nuklerî hat kirin ku hem bi ewleye, bi baweriye û hem bi bandore. Di heman wextê de ev ceribandin perçekî ji xebatên rûtîn û peryodîk e. Heya niha di ser 300an deceribnadin hatine kirin û ti têkiliya vê ceribandinê bi rewşa heyî ya dinyayê ya niha re tine.”
Wezareta bergiriya ya Amerîkayê ragihand ku ceribandina ji Kaliforniyayê ya ji baregeha hêzên hewayî ya ji Vandenbergê bi saleye hatiye plankirin û dewleta Rûsyayê ji ceribandinê hatiye agahdarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin