Hisyarî ji Amerîkayê bo Îranê!

23 October 2023 12:06 0 dîtin
Hisyarî ji Amerîkayê bo Îranê!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir, ew li bendê ne ku bi destwerdana Îranê kêşeya Îsraîl û Filistînê gurtir bibe û diyar kir, rêveberiya Biden amade ye bersivê bide eger personel û hêzên çekdar ên Amerîkayê li herêmê bibin hedefa her cure kiryareke dijminane.

Blinken beşdarî bernameya "Meet the Press" ya kanala televîzyonê NBC bû û got, "Ev ne ya ku em dixwazin. Em naxwazin rageşî zêde bibin. Em naxwazin hêz û personelên me di bin gulebaranê de bin, lê heke wiha be. Tiştek diqewime, em jê re amade ne." Wî destnîşan kir ku ew naxwaze eniyek sêyemîn bibîne.

Blinken eşkere kir, ew li bendê ne ku rayedarên Îranê êrîşên xwe yên li dijî hêz û personelên Amerîkayê yên li herêmê zêde bikin, Blinken destnîşan kir ku ji bo ewlehiya van kesan gavên pêwîst hatine avêtin û "Dema hewce bike bi biryarî bersivê bidin."