Amerîkayê ji bo layengiriya Îranê neke hisyarî da Iraqê

09 May 2019 18:58 0 dîtin
Amerîkayê ji bo layengiriya Îranê neke hisyarî da Iraqê

PeyamaKurd - Endamê Lîjneya Asayîş û Bergiriya Iraqê li Parlementoya Iraqê Dr. Nasir Herkî da xuyakirin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê di dema serdana xwe ya Bexdayê ji bo layengiriya Îranê neke de hişyarî daye Iraqê.

Roja sêşemê 7ê Gulanê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi awayekî nepenî serdana Bexdayê kiribû û bi berpirsên Amerîkayê yên Iraqê re civiya bû.

Endamê Lijneya Asayîş û Bergiriya Iraqê li Parlementoya Iraqê Dr. Nasir Herkî li ser wê serdanê ji BasNewsê re ragihandiye ku Serokwezîrê Iraqê ji serdana Pompeo hatibû agahdarkirin.

Herkî got: “Li vir divê em ji raya giştî ya Kurdistanê û Iraqê re aşkere bikin. Girjîyek di navbera Amerîka û Îranê de heye û Mike Pompeo ji Iraqê dixwaze di vê girjiyê de bêlayan bimîne.”

Parlementerê kurd bal kişand ser wê yekê ku pirsên neft û ewlehiyê jî hatine gotûbêjkirin û Amerîka naxwaze berjewendiyên wê li Iraqê bikevin bin metirsiyê.