Sandeke bilind a Amerîka berî ambargoya petrolê deynin ser Rûsya çû Venezuelayê
PeyamaKurd – Li demeke ku ji ber êrîşa berfireh a Rûsya bi ser Ûkraynayê de, her roj dorpêç û cezayên nû li ser Rûsyayê de têne sepandin, şandeke Amerîkayê çû welatê dewlemendê petrolê Venezuelayê.
Rojnameya New York Times (NYT) bi zarê çavkaniyên dîplomatîk ragihandiye, şandeke bilind a Washingtonê doh ji bo hevdîtinê bi Serokê Venezuela Nicolas Maduro re bike çûye paytext Caracasê.
Amerîkayê ji sala 2019an ve têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi hikûmeta Maduro re birîbûn ku ev yekem serdana bilind e bo Venezuelayê.
Li gorî NYT sedema sereke ya serdanê ew e ku heger ambargoya firotina petrolê bo Rûsyayê bê ragihandin, destûr bo Venezuelayê bidin ku bikare petrolê bifiroşe cîhanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin