Sandeke bilind a artêsa Amerîka li Reqayê bi berpirsên HSDê re civiya

13 July 2021 16:20 0 dîtin
Sandeke bilind a artêsa Amerîka li Reqayê bi berpirsên HSDê re civiya

PeyamaKurd – Şandeke bilind a ji Hêzên Artêşa Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî piştî du salan cara yekem serdana bajarê Reqayê kir û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re civiya.

Li gorî ragihandina Russia Today (RT) çavkaniyekî leşkerî daye xuyakirin ku şanda bilind a leşkerî ya Amerîkayê li Reqayê bi berpirsên HSDê re hevdîtin pêk aniye.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di hevdîtinan de, îstiqrara li herêmên dorûbera Çemê Firatê û ewlehiya wê ligel mijarên leşkerî hatiye gotûbêjkirin.

Li aliyê din hatiye diyarkirin ku milîsên îranî jî ji gundewarên Dêrazorê berê moşekên xwe dane ser Reqayê ku hêzên di bin kontrola HSDê de ye û hêzên hevpeymaniyê jî li wir dimînin.

Hat zanîn ku ev serdana han piştî êrîşên moşekî yên ser Qada Petrolê ya El-Omer pêk hatiye.

SOHRê jî daye xuyakirin ku milîsên îranî moşek û alavên xwe yên leşkerî ji depoyên El Meyadîn û eş Şibliyê ber bi herêmên jêr kontrola rejîma Sûriyê yên ser rêya Dêrazor-Reqayê veguhestine.