Rusya: Amerîka, li Reqayê ‘Artêsa Azad a Suriyeyê’ ava dike

31 May 2023 15:00 0 dîtin
Rusya: Amerîka, li Reqayê ‘Artêsa Azad a Suriyeyê’ ava dike

PeyamaKurd- Nûnerê Daîmî yê Rusyayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya îdia kir ku Amerîka li Reqayê ‘Artêşa Azad a Suriyeyê’ ava dike da ku li dijî Şamê mîlîtanan bi kar bîne.

Vasiliy Nebenzya di îdiyaya xwe de bal kişand ser hewila Amerîkayê ya artêşeke nû ya li Suriyeyê û got,

"Em careke din balê bikişînin ser xeta wêranker a Amerîkayê. Eşkere ye ku ew êdî ji wê yekê ne razî ne ku çekan dihavêjin nav komên çekdar ên neqanûnî ku li rojhilatê Feratê û li El-Tanfê ava kirine.”

Nebenzya bi berdewamî got ku "Li gorî agahiyên ku gihîştine ber destên me, Washingtinê dest bi xebatên avakirina Artêşa Azad a Suriyeyê bi êlên herêmî yên ereb, nûnerên IŞÎD û rêxistinên din ên terorîst a li nêzî bajarê Reqayê yê Suriyeyê kirine."