Washington: Ti hêviya Amerîka nîne ku li Îranê hilbijartinên azad pêk bên

27 June 2024 20:01 0 dîtin
Washington: Ti hêviya Amerîka nîne ku li Îranê hilbijartinên azad pêk bên

PeyamaKurd - Cîgirê Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Karûbarên Îranê ragihand ku ti hêviyeke Amerîkayê nîne ku li Îranê hilbijartineke azad bi rê ve biçe yan jî guherîneke bingehîn a siyasî çêbibe.

Piştî di qezaya helîkopterê de mirina serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li gorî yasayên Komara Îslamî ya Îranê piştî 50 rojan biryara lidarxistina hilbijartinên serokomariyê hate dayîn. Hilbijartinên serokomariya Îranê 28ê Hezîranê têne kirin ku gelek aliyên opozîsyona Îranê û aliyên Rojhilatê Kurdistanê hilbijartinan boykot dikin.

Cîgirê Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Karûbarên Îranê Abram Pîlî bi awayekî eşkere ragihand, ti azadî û dadperweriyek di vê hilbijartinê de nîne û ti guherînek di siyaseta rêjîma Îranê de çênabe.

Abram Piri li ser hesabê xwe yê Xê got: “Helbet ku berbijêr ji aliyê şûraya rejîma Îranê ve hatine destnîşankirin, lê em vê yekê dizanin, xelkê Îranê ji mafê azadiyê yê destpêkî ku hewcehiya girîng a demokrasiyê ye bêpar e.”

Rayedarê Amerîkî diyar kir, di rewşeke azardan û tirsandina rojnamevanan, sansurkirina gihandina nûçeyên hilbijartinê û standina azadiya birêveçûna kombûnên aşitîyane de ku Amerîka, piştevanîyê li xelkê Îranê dike û berevanîyê li mafên mirovan li Îranê dike û wê hewlên bo dahatuyeke azad û demokratîk ji bo Îranê berdewam bike.