Amerîkayê nehist Wezîrê Derve yê Îranê derbasî Washingtonê bibe

26 September 2023 17:22 0 dîtin
Amerîkayê nehist Wezîrê Derve yê Îranê derbasî Washingtonê bibe

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan hefteya borî beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê bûye û herwiha xwestiye serdana Washingtonê jî bike, lê belê destûr bo serdana Washingtonê nehatiye dayîn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller li ser mijarê ragihand ku Ebdullahiyan hefteya borî ji bo civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bûye û daxwaz kiriye ku serdana Washingtonê jî bike.

Berdevk Miller got: “Ji ber girtina hemwelatîyên Amerîkî û piştgirîya dewleta Îranê ji terorîzmê re ev serdan hatiye redkirin.”

Miller destnîşan kir rayedarên Îranî ji bo karûbarên NY dikarin biçin New Yorkê, lê ji bo serdanên cuda nikarin biçin Washingtonê.

Hêjayî gotinê ye, Ebdullahiyan xwestiye ku piştî 14 salan bibe yekemîn wezîrê Îranê yê serdana Waşingtonê dike, lê ev daxwaza wî jî pêk nehatiye.

Li gorî zanyariyan wê Ebdullahiyan li Washingtonê serdana karmendên Îranî yên ku girêdayî Balyozxaneya Pakistanê ye bikira ku niha xebatên dîplomatîk ên Îranê di çarçoveya Balyozxaneya Pakistanê ya li Amerîkayê de birêve diçin.