Konsulxaneya Amerîka: Li Kurdistanê binpêkirina azadiya ragihandinê bi awayekî berçav kêm bûye

07 February 2024 18:44 0 dîtin
Konsulxaneya Amerîka: Li Kurdistanê binpêkirina azadiya ragihandinê bi awayekî berçav kêm bûye

PeyamaKurd - Desteya Konsulxaneya Giştî ya Amerîka ya Hewlêrê îro 7ê Sibatê bi hejmarek peyamnêrên medyaya Amerîkî yên nûnertiyên wan li Hewlêrê hene re civiya.

Konsulxaneyê piştî civînê ragihad: “Amerîka bi kêmbûna berçav a binpêkirinên azadiya ragihandinê li Herêma Kurdistanê dilxweş e, ew jî piştevaniya jîngehekê dike ku tê de rojnamevan bikarin bi azadî û bê tirs karê xwe bikin”.

Hêjayî gotinê ye, Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê bi awayekî berdewam çavdêriya azadiya ragihandinê û diyarkirina dîtin û nerînan li Herêma Kurdistanê dike û serdana dezgehên ragihandinê li Herêma Kurdistanê dike, ji bo ku ji nêz ve dîtin û nerînên wan li ser asta azadiya diyarkirina dîtin û nerînan li Herêma Kurdistanê werbigire jî bi rojnamevanan re dicive.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hewldanên xwe yên ji bo azadiya diyarkirina dîtin û nerînan, parastina canê rojnamevanan, di çarçoveya azadî û şefafiyetê de berdewam dike.