USCIRF | Rapora Azadiya Olan a Amerîkayê cih da Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – Di rapora Komîsyona Azadiya Olan a Navnetewî ya Amerîkayê (USCIRF) de ku salane tê amadekirin, Herêma Kurdistanê jî cih girt.
Di beşa Rojhilata Navîn a rapora 2019an de tê gotin, baweriyên olî û pêkhateyên netewî yên Herêma Kurdistanê li gorî yên li Iraqê azadtir dijîn.
‘Kêmîneyên Olî li Herêma Kurdistanê azadtir in’
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku ji sedî 30-50yê kêmîneyên Keldan û Asûrî yên ji ber terora DAIŞê cih û warên xwe hiştine, li Hewlêrê û deverên din ên Herêma Kurdistanê bicih bûne li gorî herêmên din xwe li Kurdistanê zêdetir di ewlehiyê de dibînin.
Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin ku êrîşên Tirkiyê yên li Şingalê bi ser bingehên PKKê de, dibin sedema nearamiyê li deverê.
Rapor dibêje, li Herêma Kurdistanê di azadiyên olî de li gorî salên berê guherînek çênebûye û misilman û pêkhateyên din li gorî herêmên din ên Iraqê, li Herêma Kurdistanê azadtir in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin