Komîsera Desteya Azadiya Olan serdana Rêveberiya Xweser kir
PeyamaKurd – Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Maenza, serdana Rêveberiya Xweser kir.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer û her du cîgirên wî Ebîr Êliya û Fener El-Giêt bi Maenza re civiyan.
Piştî civînê daxuyaniyek çapemenî hat dayîn û Ebdulkerîm Omer diyar kir, di civînê de rewşa herêmê, êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê û girtina dergehên Til Koçer û Sêmalkayê, hatin nîqaşkirin.
Herwiha Nadine Maenza eşkere kir: “Em dizanin mafên hemû kêmneteweyan û olan di sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine parastin û em zanin ku armanca Tirkiyê bi êrîşên liser herêmê têkbirina aramiyê ye ”
Maenza destnîşan kir, sûcên dewleta Tirk li dijî olên li herêmên dagirkirî di raporeke wan de hatine belgekirin û got wan di rapora xwe de dewleta Tirk weke dagirker bi nav kirine.
Manza diyar kir, divê DYA û civata navnetweyî zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li van sûcên li dijî herêmên dagirkirî bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin