Serokwezîrê Holandayê li ser vexwandina Erdogan serdana Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte îro serdana Tirkiyê dike û bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re dicive.
Li gor zanyariyan, Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte li ser vexwandina Erdogan îro serdana Tirkiyê dike û li Koşka Beştepe ji aliyê Erdogan ve tê pêşwazîkirin. Erdogan û Rutte wê bi tenê û piştre ligel şandên her du welatan bicivin.
Li gor daxuyaniya ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkeyê ve hatiye belavkirin, di van civînan de wê pêwendiyên navbera her du welatan û pêşhatên herêmê bên gotûbêjkirin.
Herwiha wê aloziya navbera Rûsya û Ukraynayê jî yek ji mijarên sereke yên gotubêjê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin