Serokwezîrê Yûnanistanê serdana Tirkiyê dike û bi Erdogan re dicive
PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistan Kiryakos Miçotakis, piştî serdana Serokomarê Îsraîlê İsaac Herzog bi demekê serdana Tirkiyê dike.
Hat ragihandin ku 13ê Adarê Miçotakîs serdana Tirkiyê dike û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di çarçoveya asayîkirina têkiliyên navbera herdu welatan de, Serokomarê Îsraîlê İsaac Herzog jî di rojên 9-10ê Adarê de serdana Tirkiyê dike û bi Erdogan re dicive.
Li gorî zanyariyan wê di hevdîtina Erdogan û Miçotakis de mijara sereke şerê Rûsya û Ûkraynayê be û wê Miçotakis li Stenbolê serdana Patrîkxaneya Fener a Rûm jî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin