Iraqê rapora 3 komîsyonan pêskesî Amerîkayê kir
PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand ku raporên komîsyonan ên ji bo bidawîkirina erka hevpeymaniya navdewletî li Iraqê ji aliyên pêwendîdar re hatine pêşkeşkirin.
Herwiha Resûl da zanîn ku Komîteya Leşkerî ya ji bo bidawîkirina erka misyona hevpeymaniya navdewletî ji bo gotûbêjkirina xalên rojevê bi hempîşeyên xwe re hevdîtin kirine.
Resûl diyar kir ku di civînê de, raporên ku ji aliyê 3 komîsyonan ve hatibûn amadekirin bo aliyên pêwendîdar hatine pêşkeşkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha Serokwezîrê Iraqê Mihimed Şiya Sûdanî ragihandibû ku hevdîtinên bo bidawîkirina erka hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê bi Washingtonê re hatine destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin