Hevpeymaniyê rapora tevgera DAISê ya li navçeyên Kurdistanî pêskesî Kongreya Amerîkayê kir

10 February 2021 16:20 0 dîtin
Hevpeymaniyê rapora tevgera DAISê ya li navçeyên Kurdistanî pêskesî Kongreya Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, di rapora xwe ya 3 mehan a têkoşîna dijî DAIŞê de ku pêşkeşî Kongreya Amerîkayê kiriye bal kişand ser zêdebûna êrîşên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê mane.

Di raporê de zêdebûna êrîş û tevgera DAIŞê bi nebûna hevahengiya navbera hêzên Iraqê û Pêşmerge tê girêdan û tê gotin, “Hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê li herêmên nakokî li ser heye, ne wekî salên berê ye û negihîştiye asta ku tê xwestin.”

Hevpeymaniyê daye zanîn ku operasyonên hevbeş ên artêşa Iraqê û Pêşmerge li navçeyên Kurdistanê pêk nayên.

Herwiha hatiye diyarkirin ku Lîwaya 14 ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, li herêmên valahiya ewlehiyê heye bi berdewamî tevgerên DAIŞê dişopîne.