HSD û Hevpeymaniyê 2 berpirsên DAISê girtin

19 May 2024 18:50 0 dîtin
HSD û Hevpeymaniyê 2 berpirsên DAISê girtin

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî DAIŞê oparasyoneke hevbeş pêk anîn. Hate ragihandin ku di encama operasyona li gundekî rojhilatê Dêrezorê pêk hat de 2 berpirsên DAIŞê hatin girtin.

Rîwangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOH) ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û HSDê di oparasyoneke hevbeş a asmanî û bejayî ya li gundê Um Xirbê yê li gundewarê Dêrazorê yê li nêzîkî sînorê Iraqê de 2 berpirsên DAIŞê girtin.

Li gorî zanyariyên Sohrê, ew her du berpirsên DAIŞê, xelkê bajarokê Şenan yê Dêrazorê ne û yek ji wan beriya salekê ji zindanên HSDê hatibû berdan.

HSDê, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê ya ku herêma dawî ya di destê DAIŞê de bû, bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî, ji Adara 2019an vir ve, li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna şaneyên DAIŞê yên razayî kir.