Rapora amadekariyên hilbijartinên Iraqê pêskesî NY hat kirin

10 March 2021 15:39 0 dîtin
Rapora amadekariyên hilbijartinên Iraqê pêskesî NY hat kirin

PeyamaKurd – Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê UNAMI ragihand ku wan li ser amadekariyên hilbijartinên Iraqê yên pêşwext raporek pêşkeşî Konseya Ewlehiyê ya Navdewletî kiriye.

UNAMIyê di rapora xwe ya şeşemîn de ku ji Konseya Ewlekariya Navdewletî re şandiye de, behsa amadekariyên Iraqê yên hilbijartinên pêşwext û hûrgiliyên hevkariyên UNAMI yên bo Komisyona Bilind a Hilbijartinan dike.

Li gorî rapora UNAMI heta 25ê meha Sibata îsal tenê 86 kesan navên xwe ji bo hilbijartinan tomar kirine û ji wê hejmarê jî tenê 12 berbijêr jin in û daye xuyakirin, ji hemû berbijêran 3 berbijêr hene ku nûnertiya Êzidî, Kurdên Feylî û Sabîey-Mendaî dikin.

UNAMI di rapora xwe de bal kişandiye ser hejmara berbijêrên serbixwe û diyar dike, ji wan hemû 86 kesan ku heta niha bûne berbijêr, tenê 3 ji wan ser bi partî yan hevpeymaniyên siyasî ne, 83 berbijêr serbixwe ne û nûnertiya ti aliyekî siyasî nakin.

UNAMI daye zanîn, heta niha ji 13 hevpeymaniyan ku daxwaz kirine navên xwe binivîsin, tenê 5 hevpeymaniyan navên xwe tomar kirine û 8 ji wan di jêr proseya nirxandinê de ne. UNAMIyê ragihandiye ku navê 249 partiyên siyasî hatiye tomarkirin, di nav wan de 99 partiyan vekirî nêta xwe anîne ziman ji bo beşdarbûna hilbijartinan û ji wan 249 partiyan, heta niha 58 partî mane di jêr proseya nirxandinê de ne daku navên wan bên tomarkirin.

Li ser mijara tomarkirina dengdêran jî UNAMIyê daye zanîn ku hezar û 79 navendên tomarkirina dengdêran hene. Heta 25ê meha Sibata îsal, ji zêdeyî 25 milyon û 139 hezar kesan ku mafê wna ê dengdanê heye, tenê 15 milyon û 534 hezar û 518 kartên bîometrî hatine tomarkirin û UNAMI pêşbînî kiriye rêjeya tomara bîometrî ji sedî 64 derbas neke.

Li ser kartên dengdanê UNAMI daye xuyakirin, zêdeyî 13 milyon û 221 hezar kart hatine dabeşkirin û 1.5 milyon kartên din hatine çapkirin û di proseya dabeşkirinê de ne.