Amerîka: Girîng e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê “azad û adil” bin
PeyamaKurd – Amerîka pabendbûna xwe bi karkirina bi Herêma Kurdistanê re dupat kir û tekezî li ser wê yekê kir ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî azad û dadperwerane bê lidarxistin.
Stîvan Bitner, Balyozê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê, roja Pêncşemê, bi awayekî cuda ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Kubad Talebanî û Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî civiya.
Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski îro (Şemî 17.08.2024) li ser platforma medyaya civakî parve kir.
Romanowski di peyama xwe de got, "Balyozê nû yê Amerîkayê Bitner di hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê de tekezî li ser lidarxistina "hilbijartinên azad û adil" kir. Em pabend in ku li gel hevkarên xwe yên li Herêma Kurdistanê kar bikin ji bo zêdekirina aramî û asayişa Iraqê."
Biryar e di 20ê Cotmeha 2024ê de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê were lidarxistin.
Hejmara giştî ya dengderên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 2 milyon û 899 hezar û 878 kes e; ji van 2 milyon û 683 hezar û 618 hilbijêrên giştî û 215 hezar û 960 jî hilbijêrên taybet in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin