Amerîkayê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyanî da

10 October 2024 13:52 0 dîtin
 Amerîkayê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyanî da

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku Washington pêşwaziyê li hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike ku dê 20 Cotmehê bên lidarxistin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di daxuyaniya xwe de ya ji bo çapemeniyê diyar kir ku dengên ku dê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bên dayîn di qada navneteweyî de girîng in û got: “Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di 20ê Cotmehê de bên kirin û em piştgiriya van hilbijartinan dikin.”

Miller anî zimên, “Hilbijartin pêvajoyeke demokratîk e û ji bo azadî, edalet û şefafiyê em piştgiriyê didin hemû hewldanan û hêvîdar in ku hilbijartin di wexta xwe de bên kirin.”

Hilbijartin bi çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê tên kirin ku di sala 2004an ji aliye Amerîkayê ve hatiye avakirin.

Matthew Miller destxweşî li civaka sivîl û medyayê kir ji ber ku pêşiya vê hilbijartinê piştevaniya gotara siyasî û bilindkirina hişyariyê li ser mijarên girîng dikin ji bo gelê Herêma Kurdistanê.