Rûsyayê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyanî da
PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Zaharova amaje bi wê yekê kir ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di qonaxeke girîng de derbas bûne û got, “Armanca hilbijartinan bihêzkirina aramiya siyasî ya navxweyî ye.”
Zaharovayê her wiha diyar kir ku welatê wê bi hemû hêza xwe rê li ber şerekî mezin ê mihtemel ê li Rojhilata Navîn digire û naxwaze alozî di navbera Lubnan û Îsraîlê de derkevin.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova bersiva pirsên derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de yên ku dê di 20ê Cotmehê de bên kirin û aloziya li Rojhilata Navîn bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê piştî Xezeyê da.
Zaharovayê li ser pirsa gelo dê Rûsya şandekê ji bo çavdêriya hilbijartinan bişîne yan na û her wiha peyama xwe ya ji bo partiyên siyasî bi vî awayî da: “Weke ku tê zanîn, hilbijartinên parlemanî yên Herêma Federal a Kurdistanê di Îlona 2018an de hatibûn kirin. Lewma em di wê baweriyê de ne ku ev hilbijartina ku armanca wê bihêzkirina aramiya siyasî ya navxweyî ye li Herêma Xweser a Kurdistanê û li seranserê Iraqê, gelekî girîng e û di demeke baş de tê lidarxistin. Em hêvîdar in ku hilbijartin li gorî qanûnên Herêma Kurdistana Iraqê û standardên federalî bên kirin û her kesê ku bixwaze dengê xwe bide bikaribe mafên xwe bi kar bîne.”
“Ev krîzeke piralî ye”
Berdevka Rûsyayê li ser aloziya li Rojhilata Navîn a bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dest pê kirî jî bersiva pirsa Rûdawê da.
Zaharova li ser pirsa ku eger şer ber bi herêmê ve, Iraq, Sûriye û Îranê berfireh bibe dê helwest û tedbîrên Rûsyayê çawa bin, wiha got:
“Em dixwazin rageşiyê rawestînin, rewşa Rojhilata Navîn kontrol bikin û rageşiyê kêm bikin. Ji bo ku şer li herêmê mezin nebe çi ji destê me bê em ê bikin. Em bi hevkariyên herêmî û navneteweyî re bi hevkarî dixebitin. Em bi Îsraîlê û hevkarên xwe re li dijî êrîşên terorîstî ji roja ewil a aloziyê ve xebitîn. Her wiha me armanc kir ku aloziyan bi awayekî siyasî û li ser maseya danûstandinan çareser bikin. Em dibînin ku welatên Rojavayî hemû hewlên kêmkirina aloziyê asteng dikin, çareseriya siyasî naxwazin û tenê dikarin çekan bişîne herêmê.
Ji bo kêmkirina rageşiyê çi ji destê me tê em ê ji dil bikin û hemû tedbîrên me jî di vî warî de ne. Serokatiya me dikare biryarê li ser civînên me yên di asta bilind de bide, lê diyar e ku rewşa Rojhilata Navîn jî beşek e ji gotûbêjên civînên li gel nûnerên welatên herêmê û berpirsên wan ên bilind. Ez hûrgiliyên danûstandinên paşerojê nabêjim û ev ne karê min e, lê dikarim bibêjim ku serkirdayetiya welatê me tekezî li ser bidawîkirina vê aloziyê dike, û ev ne tenê aloziyek navxweyî ye, gelek welat di nav de hene, ev krîzeke piralî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin