Sibe encamên dawiyê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê bên ragihandin

29 October 2024 16:00 0 dîtin
Sibe encamên dawiyê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê bên ragihandin

PeyamaKurd –  Sibe (30ê cotmeha 2024an) saet 10:00ê serê sibehê encamên dawiyê yên Dewra 6an ên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê  li binkeya navendî ya Komîsyona Helbijartinên Iraqê li Hewlêrê bê ragehandin ku roja 20ê cotmehê li dar ketibûn.

Berdevka fermî ya Komîsyona Bilind a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, Cumane Xelayê ragihand ku sibe (30ê cotmeha 2024an) encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li binkeya lijneya navendî ya li Hewlêrê dê bên ragihandin.