Amerîkayê, pistgiriya xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand

28 July 2023 16:45 0 dîtin
Amerîkayê, pistgiriya xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku biryar e di meha sibatê de bên kirin, piştgirî da.

Ji aliyê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ve hatibû ragihand ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di Sibata 2024an de bên kirin.

Herîrî her diyar kir ku ew bi hemû aliyên siyasî re hevahengiyê dikin da ku hilbijartin di Sibata 2024an de werin kirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di derbarê roja hilbijartinan de got: “Washington, piştgiriya hilbijartinên azad û adil dike.

Berdevkê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Amerîka piştevaniya hewilên nûneratiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) dike ku ji bo dabînkirina paşerojeke baştir ji bo Iraqiyan û di nav de gelê Herêma Kurdistanê kar dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku UNAMI ji bo hilbijartinên azad û dadperwerane û ji bo çareserkirina pirsgirêkên teknîkî yên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de hewil dide.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê got, “Pêwîst e aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê erkên xwe bicih bînin û di vî warî de gavên pêwîst bihavêjin. Her wiha em hêvî dikin ku aliyên siyasî li gorî prensîbên demokratîk, yasayên Herêma Kurdistanê û Destûra Iraqê tevbigerin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê hilbijartin li gorî qanûnê bên kirin.