Nûnera Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê, pistgiriya Amesdporê kir

07 March 2023 17:00 0 dîtin
Nûnera Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê, pistgiriya Amesdporê kir

PeyamaKurd- Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Beyan Samî Abdurrahman diyar kir ku nijadperestî û tundiya li qadên futbolê nayên qebûlkirin û got, "Îro em hemû piştgiriya Amedsporê dikin."

Di yariya Bursaspor û Amedsporê ya ku 2 roj bere hat lîstin de lîstikvanên Amedsporê li qadan rastî êrîşan hatin û bûyerên li yarîgehê hatibûn rojevê.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Beyan Samî Abdurrahman jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî bûyeran da û wiha got:

“Ev cureyê nijadperestî û tundiyê ku divê di yarîgeha futbolê ya reqabetê de nebe, nayê qebûlkirin. Îro em hemû piştgiriyê didin Amedsporê. Nijadperestiya li dijî Kurdan, qadên futbolê yên li rojavayê Tirkiyeyê gemarî dike.”

Di yarîgeha navborî de posterên Mahmût Yildirim ê bi bernavkê “Kesk” û "Torosa Spî" ên ku bi kuştinên kiryar nediyar ên salên 90î tên naskirin, hatibûn vekirin.

Her wiha rojek beriya yariyê, komek temaşevanên ku çûn ber otela ku Amedspor lê dima, dirûşimên "Şehîd Namirin Welat parçe nabe" "Xwezî bi wî kesî ku dibêje ez Tirk im” berz kirin.