Nûneratiya Herêma Kurdistanê: 7 Kurd li Amerîkayê bi koronayê ketine

13 April 2020 11:58 0 dîtin
Nûneratiya Herêma Kurdistanê: 7 Kurd li Amerîkayê bi koronayê ketine

PeyamaKurd - Rêveberê Karûbarên Diyasporaya Kurdî li Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê ragihand, li gor agahiyên wan li Amerîkayê 7 welatiyên Kurd bi sedema nexweşketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Rêveberê Karûbarên Diyasporaya Kurdî li Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê, Barzan Erdelan ragihand: “Nêzîkî 60 hezar Kurd li Amerîkayê dijîn, li gor lidûvçûnan bi qasî ku hatiye zanîn, ji wê hejmarê 7 Kurd bi koronayê ketine, ku piraniya wan jî di sektora tendirustiyê de kar dikin.”

Barzan Erdelan da xuyakirin, “herî dawî perestareka Kurd a bi navê Axîn Omer a 31 salî bi koronayê ketibû, ku niha baş bûye.”

Heta niha li Amerîkayê bêtir ji 560 hezar kes bi vîrusa COVID-19 ketine û ji wê hejmarê jî 22 hezar û 115 kesan canê xwe ji dest dane.Herwiha li Amerîkayê heta niha 32 hezar û 634 kes jî baş bûne.