WP: "Dê hêzeke Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bimîne"

15 September 2024 08:46 0 dîtin
WP: "Dê hêzeke Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bimîne"

PeyamaKurd - Washington Post ragihand ku Hikûmeta Iraqê li gel Amerîkayê li hev kiriye ku heta sala 2026an piraniya leşkerên xwe vekişîne, lê dê hin hêzên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bimînin da ku herêmê ji gef û êrîşên komên çekdar biparêzin.

Li gorî nûçeya rojnameyê, li gorî peymana di navbera rayedarên Amerîkî û Iraqî de hatiye gotûbêjkirin û hûrgiliyên wê hefteya borî hatin eşkerekirin, Amerîka dê di du salên pêş de piraniya leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne, lê yekîneyeke biçûk dê li Herêma Kurdistanê bimîne.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sabit Abbasî got ku Bexda û Washington li ser bidawîanîna misyona hêzên Amerîkayê li Iraqê li hev kirine.

Li gorî nûçeya rojnameya WP ku navenda wê li Amerîkayê ye, wê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê di du qonaxan de pêk were. Qonaxa yekem dê îsal dest pê bike û heta 2025an berdewam bike, qonaxa duyem jî dê di 2026an de bidawî bibe.

Rayedarekî payebilind ê leşkerî yê Iraqî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, got ku hêzeke biçûk a ji yekîneyên Amerîkayê pêk tê dê li Herêma Kurdistanê bimîne da ku ewlehiyê li hember êrîş û gefên komên çekdar misoger bike.

Washington û Bexda hewl didin ku misyona Amerîkayê li Iraqê ji hêza leşkerî biguherin bo pêşxistina pêwendiyên dîplomatîk û bazirganî.