Nûnera Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê hat diyarkirin

17 July 2023 15:00 0 dîtin
Nûnera Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê hat diyarkirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê ve hatin ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo nûnertiya herêmê ya Amerîkayê nûnera nû destnîşan kir.

Li gorî hat diyarkirin, Serokwezîr Barzanî ji bo peywira nûnertiya Amerîkayê ya Herêma Kurdistanê, siyasetmedar Trîfa Ezîz destnîşan kir.

Siyasetmedara Kurd Trîfa Ezîz, herî dawî di erka Şêwirmenda Payebilind a Serokwezîrtiya herêmê de kar kiriye û berê jî ji 25 salan zêdetir li Amerîkayê di kar û barên cuda de di sektorên giştî û taybet de xebitiye.

Her wiha hat eşkerekirin ku Nûnera berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman jî piştî 8 salên serkeftî yên li Washingtonê vegeriya Herêma Kurdistanê û hat destnîşankirin ku ew jî dê wekî Şêwirmenda Bilind a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya ji bo kar û barên derve û guherîna avhewayê li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Hewlêrê bixebite.