Herdu welatan, pistgiriya xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihand
PeyamaKurd- Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Holandê ya Hewlêrê, piştgiriya welatên xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihand.
Balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Alina L. Romanowski, bi daxuyaniyekê li ser tora medyaya civakî piştgirî da Serokê Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.
Alina L. Romanowski di peyama xwe de got, “Em piştevaniya Serokê Herêma Kurdistanê dikin ku roja 25ê Sibata 2024an, wekî roja hilbijartinan destnîşan kir.
Balyozê diyar kir ku hilbijartinên azad û dadperwer bingeha demokrasiyeke bihêz in.
Konsulxaneya Giştî ya Holandê ya Hewlêrê jî bi daxuyaniyekê li ser medyaya civakî piştgirî da diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.
Di daxuyaniya dîplomatên Holandê de hat gotin ku "Em bi hemû awayî piştgiriya hilbijartinên azad, dadmend û berfireh dikin da ku hemû welatiyên Herêma Kurdistanê mafê xwe yê dengdanê bi kar bînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin