Serok û berpirsên 12 welatan ji bo pistgiriya Ukraynayê dicivin
PeyamaKurd – Hate ragihadin ku îro 2yê Adarê roja Yekşemê, 12 serokên cîhanê li Londona paytexta Brîtanyayê ji bo piştevaniya berdewam a Ukraynayê li dijî êrîşên Rûsyayê dicivin.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, wê di li Lûtkeya Londonê ya Ukrayna de mazûvaniya serkirdeyên welatên Ewropa û Kanadayê bike ku ev wekî hewldaneke ji bo tekezkirina piştgiriya welatên rojavayî ji bo Ukrayna û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy piştî nakokiya wî û Serokê Amerîkayê Donald Trump ya li Koşka Spî, tê şîrovekirin.
Hêjayî gotinê ye, kêmbûna alîkariyên darayî û leşkerî yên rojavayî ji bo Ukraynayê yek ji sedemên têkçûna pêwendiyên Kiev û welatên rojavayî ye, lê belê piştî nîqaşa di navbera Trump û Zelenskiy de, welatên Ewropayê daxwaza zêdekirina alîkariyan dikin.
Almanyayê roja Şemiyê daxwaz kir di dema herî kurt de hevkariya leşkerî ya Ukraynayê bi bihayê 3 milyar euroyî bê kirin.
Starmer dê hewl bide gotûbêjên rawestandina şerê sê salan ê Ukraynayê jî zindî bike da ku Trump razî bikin ku Ewropa û Brîtanya amade ne gavên zêdetir ji bo parastin û ewlekariya herêmê bavêjin.
Hate ragihandin ku dibe hinek ji serkirdeyên beşdarê Lûtkeya Londonê, daxwazê ji Zelenskiy bikin da ku ku dest bi gotûbêjên ligel Trump bike.
Di Lûtkeya Londonê de Starmer, mazûvaniya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von der Leyen, Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî dike.
Herwiha serokên Holenda, Norwêc, Polonya, Spanya, Fînlanda, Swêd, Çekya, Romanya û Tirkiye jî dê beşdar dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin