Serokwezîr Barzanî pistgiriya banga Ocalan dike
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe ya li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de got, "Ez pêşwaziya hemû hewldanên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên li herêmê dikim û piştgiriyê didim. Herwiha got: Herêma Kurdistanê her tim hêmaneke giring a aştî û asayîşa navçeyê bûye û di vê çarçoveyê de em amadeyiya xwe ji bo pêşkêşkirina her cure alîkariyek û rol ji bo serkeftina proseya aştiyê li Tirkiyê nîşan didin.
Mesrûr Barzanî derbarê banga Ocalan de daxuyaniyek da.
Serokwezîr di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:
“Ez pêşwaziya hemû hewldanên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên li herêmê dikim û piştgiriyê didim.
Herêma Kurdistanê her tim hêmaneke girîng a aştî û asayîşa navçeyê bûye û di vê çarçoveyê de em amade ne her cure alîkariyekê û rolekî ji bo serkeftina proseya aştiyê li Tirkiyê pêşkêş bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin