Pistgiriya ji bo banga Serok Barzanî ya ji bo astiya netewî ji PDKê: Em amade ne
PeyamaKurd – PDKê piştgirî da banga Serok Barzanî ya ji bo aştiya neteweyî û got, em tekez dikin ku em ji bo cîbicîkirina fermana Serok Barzanî amade ne.
Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyeke nivîskî de do di merasima vekirina Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî de piştgirî da banga Serok Mesûd Barzanî ya ji bo aştiya neteweyî.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bi navê alîgir, endam û rêveberiya PDKê bi tundî piştevaniya banga Serok Barzanî ya ji bo aştiya neteweyî ya aliyên siyasî dikin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em vê peyam û banga Serok Barzanî weke berdewamiya peyama aştiyê ya rêberê nemir (Mele Mistefa) Barzanî dibînin. Em tekez dikin ku em ji bo cîbicîkirina fermana Serok Barzanî amade ne.
PDKê di daxuyaniya xwe de tekez li ser wê yekê kir ku ew ê gavên pratîkî “li gorî berpirsyariya niştimanî û berçavgirtina rewşa herêmê” bavêjin û ew amade ne di vê çarçoveyê de bi hemû aliyên siyasî re gotûbêjan bikin.
Serok Mesûd Barzanî do di axaftina xwe ya di merasima vekirina Muzexaneya Neteweyî ya Barzanî de bang li aliyên siyasî kir.
Serok Barzanî got, ez bang li hemû aliyên Kurdistanî dikim ku beriya 18ê Gulanê civîneke mezin saz bikin, ji bo vekirina rûpeleke nû û dîtina çareseriya hemû pirsgirêkan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin