Serok Barzanî li ser banga serokê PKKê Abdullah Öcalan daxwuyanî da
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser banga serokê PKKê Abdullah Öcalan daxwuyanî da. Barzanî di daxwuyaniya xwe de got:
“Ez hêvî dikim ku peyama birêz Öcalan rêya pêvajoya aştiyê veke û di berjewendiya temamê terefan de, ji bo bigihên encamê, bibe destpêkekî.”
Baregeha serok Barzanî li ser mijara banga serokê PKKê Abdullah Öcalan daxwuyanî da û got:
“Em, car din tewrê xwe yê ku naguhire ya di pêvajoya aştiyê û çareseriya li Tirkiyê radigihînin. Em bi hemû hêza xwe destekê didin pêvajoya aştiyê ya Tirkiyê. Em, aştiyê rêya çareseriyê ya tekane dibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin