Serokwezîrê Polonya: Em ê leskeran nesînin Ukraynayê
PeyamaKurd - Li demeke ku serokên welatên Ewropayê li paytexta Fransa Parîsê li ser Şerê Rûsya-Ukraynayê dicivin, Serokwezîrê Polonya Donald Tusk ragihand ku ew ê leşkeran neşînin Ukraynayê.
Tusk ji rojnamevanan re got: "Polonya dê wek berê piştgiriya xwe ya rêxistinî, malî, mirovî û leşkerî li gorî kapasîteya xwe bide Ukraynayê."
Tusk diyar kir ku Polonya plan nake ku leşkeran bişîne axa Ukraynayê û got: "Em ê piştgiriya lojîstîk û siyasî bidin wan welatên ku di pêşerojê de bixwazin garantiyên wiha bidin."
Tusk herwiha bal kişand ser pêwîstiya hevkariya Yekîtiya Ewropa (YE) û Amerîkayê ji bo aştiya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de û got: "Polonya dikare roleke erênî bilîze. Ez behsa hevkariya herî nêzîk a di navbera Polonya, Ukrayna, YE, DYA, Brîtanya û welatên Ewropayê yên wek Norwêcê de dikim."
Tusk destnîşan kir ku niha ne dema avakirina alternatîfek ji NATO re ye û got divê ew welatên ku garantiyên ewlehiyê didin Ukraynayê, ji bicîanîna wan bawer bin.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îro di gotarek xwe ya di Daily Telegraph de nivîsandî de got ku ew amade ne hêzên Brîtanî bişînin Ukraynayê wek beşek ji hêza aştiyê ya ku piştî şerê Rûsya-Ukraynayê were avakirin.
Di lûtkeya ku li Fransayê tê lidarxistin de, serokên Brîtanya, Almanya, Polonya, Îtalya, Spanya û Danîmarkayê û herwiha Seroke Komîsyona YE Ursula von der Leyen û Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte beşdar dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin