Serokwezîrê Polonya: Fuzeya hêzên Ukraynayê bi sasî li ser erda me ketiye!
PeyamaKurd – Piştî karvedana li ser ketina moşeka S-300 li nav gundekî Polonya yê hevsînorê Ukraynayê ku metirsî hebû NATO li hember Rûsyayê bikeve tevgerê, ji Polonyayê daxuyaniyeke bidawîkirina nîqaşên ser berpirsiya êrîşê hat belavkirin.
Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki, îro 16ê Mijdarê li ser êrîşa şeva borî ya ser sînorên Polonyayê got, “Hêzên Ukraynayê ji bo bersiva êrîşên Rûsyayê bidin fuze avêtin û yek ji wan bi şaşî li ser erda Polonyayê ket xwar.”
Şeva borî Serokomarê Polonya Andrzej Duda jî gotibû, hîn ti delîleke ku ji aliyê Rûsyayê ve ew moşek hatiye avêtin di destê wan de nîne û nîşaneyeke êrîşeke qestî jî xuya nake.
Piştî ketina moşekê li nav erdên Polonyayê NATOyê biryara civînê dabû ku biryara civîn îro were lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin